Salroja ji dê bûna Îmam Alî (S) li gişt misilmanên cîhanê pîroz
Îro çarşem 26'ê meha tîr 16'ê meha July 13'ê meha receb hevdemê salroja ji dê bûna pîroze yekemîn stêra geşe esmanê îmamet û wilayetê hezretê Alî (S) e. Deh salan berî kifş bûna pêxeberiya hezretê Muhemed(S)
Fatime keça Esed hatibû li dora mala xwudê bigere ta ku çend saetan berî ji dê bûna zaroka xwe tev xwudê raz û nizê bike û ji xwudê alîkariyê bixwaze. Fatime keça Esed jineke yektaparêz û li ser dînê hezretê Îbrahîmê Xelîl bû. Ew hêdî hêdî li dora mala xwudê digeriya û bi dengekî nizim bi xwudayê xwe ra di axifî. Piştî çend deqîqa êşek kete canê wê û ew şepirze bû û bi dû sitargehekê digeriya, ku wê ji çavên xelkê veşêre. Di vê demê da dîwarê mala xwudê ji bo wê xatûna hêja û paqij derizî û ew li ber çavên nifûsa mat mayî bûyî, derbasê mala xwudê bû û li sitara xwudê da zarokeke weke Alî anî dinê. Bi vî awayî Alî (S) li bajarê Mekê û mala xwudê di rojeke wek îro hate dinê û eva rûmetek bû ku xwudê ji bo qedr girtina mewqiya wî pêşkêşê wî kir. Hezretê Alî (S) karî ku berî kifş bûna pêxeberiya hezretê Muhemed (S) bo pêxemberiyê û ji destpêka zarokatiya xwe va li cem wî bimîne. Hezretê Alî (S) tu wextê heta dema zarokatiya xwe jî nekete bin bandora rê û rismên şaşe li civaka xwe. Dema ku nîşanên ronahiya îlahî li wicûda pêxember da aşkira bûn û şûn û şopên pêxemberiyê li gotin û kiryarên wî da geş bûn, balkîşiya hezretê Muhemed (S) ji bo hezretê Alî (S) du beranber bû û wî ev şanaziya bi dest xist ku li temenê 10 saliya xwe da îmanê bîne bo pêxemberê xwudê. Hezretê Alî (S) yekem mêr bû ku pêxemberiya hezretê Muhemed (S) qebûl kir û îman anî. Hezretê Alî (S) ji ber kiryar û reftarên xwe gelek dihate hez kirinê. Ew ji destpêka hukumdariya ser misilmana heya dawiya jiyana xwe bi dû cî anîna edalet û dabîn kirina mafên binpê bûiye xelkê bû. Hezretê Alî (S) rêveberiya misilmana tenê ji bo girtina rê li ber hejarî, riswatî û û herwiha cî anîna edaletê qebûl kir. Wî bi riya şandina nama, walî û karbidestên serdema xwe şîret dikirin ku şaş nebin û derheq beytulmalê xiyanetê nekin û hevdeng û hevriyên xelkê bin. Pişkek ji zanist û şarezaiya wî ya kûr li pirtûka bi nirx ya bi navê Nehculbelagê da xuya dike. Pirtûka Nehculbelage xizîneke bi nirx ji xutbe, şîret û rêbazên bi kêr e ku dikare bibe zagona jiyana şexsî û civakiya gişt mirovan xasma aştî û edaletxwazan.
irib sitesinden alıntudır efendim.



0 yorum yazılmıştır